tg-me.com/HRE_official/768
Last Update:
Ji çapemenî û raya giştî re
Êrişên dewleta Tirk a qirker û faşîst ku her roj zêdetir dibin, li ser heremê berdewam dike. Ev êrişên ku bi armanca qirkirinê tên lidar xistin de her roj welatiyên me yên sivîl şehîd dikevin û birîndar dibin. Herî dawî komkujiya ku artêşa Tirk a qirker li Til Rifatê pêk anî mînaka herî berbiçav e. Em wekî Hêzên Rizgariya Efrînê, van êrişên dagirkeran bêbersiv nahêlin. Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya parastina rewa de di navbera rojên 18 û 27ê Tebaxê de çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Di roja 18’ê Tebaxê de li navçeyên Şera û Marê du çalakî hatin lidar xistin. Li nêzî gundê Meryemînê ya navçeya Şera, di encama çalakiyê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Di encama çalakiya Marê de jî 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Di roja 21’ê Tebaxê de li xeta Marê di encama çalakiyek de çeteyek hat kuştin.
Di roja 22’ê Tebaxê de li Ezazê, noxteyek dagirkeran hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn.
Di roja 24’ê Tebaxê de li Ezaz û Babê du çalakiyên bi bandor hatin lidar xistin. Di çalakiya Ezazê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Di encama çalakiya ku li herêma Babê de hat lidar xistin de jî 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.
Di roja 27’ê Tebaxê de li xeta Marê di encama çalakiyêk de çeteyek hat kuştin.
Di van çalakiyan de bi giştî 3 leşker û 9 çete hatin kuştin, 7 leşker û 8 çete jî birîndar bûn. Li hember êrişên dewleta Tirk a terorîst çalakiyên me yên bersivdayinê qat bi qat wê berdewam bikin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
28 Tebax 2022
BY Afrin Liberation Forces
Warning: Undefined variable $i in /var/www/tg-me/post.php on line 280
Share with your friend now:
tg-me.com/HRE_official/768